Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 5 hezaran

Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 5 hezaran

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 73 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 5031 kesan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 5031an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 80 hezar û 868an.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  73 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 5031an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket li ser 80 hezaran û 868 an.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.