Li Iraqê êrîşî xwepêşandêran hat kirin: 16 mirî
Li Iraqê di ser xwepêşandêran re berik hat reşandin, di encama midaxeleya ku hat kirin de 16 kes canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Baxdaya paytexta Iraqê kesên nasnameyên wan nediyar li Qada Tahrîrê bi çekan êrîşî xwepêşandêran kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 16 xwepêşandêr canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Meqamên Iraqê derbarê mijarê de daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.