Li Iraqê hejmara mirîyan derket 490
Komîsyona Mafên Însanan a Iraqê destnîşan kir, di xwepêşanên ku li Iraqê li dijî hikûmetê tên lidarxistin de heta niha 490 kes canê xwe ji dest dan.
Ji teref Komîsyona Mafên Însanan a Iraqê ve derbarê xwepêşanên ku li Iraqê tên lidarxistin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di xwepêşanên ku li Iraqê li dijî hikûmetê tên lidarxistin de heta niha 490 kes canê xwe ji dest dan û 22 hezar kes jî birîndar bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.