Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 26 hezar û 299an
Ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 229 kesên din jî mirin.
Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 26 hezar û 229 kesî.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 229 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 26 hezar û 299an û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin derket li ser 260 hezarî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, heta niha 168 hezar û 408 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.