Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 26 hezar û 70î

Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 26 hezar û 70î

Ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 213 kesên din jî mirin.

Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 25 hezar û 70 kesî.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 213  kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 25 hezar û 70î û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin  derket li ser 256 hezarî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, heta niha 163 hezar û 919 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.