Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 27 hezar û 104 kesî
Ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 184 kesên din jî mirin.
Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 27 hezar û 104 kesî.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 104 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 27 hezar û 104an û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin derket li ser 271 hezarî.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.