Li Îspanyayê ji ber corona vîrusê hejmara mirîyan derket 288an
Li Îspanyaya ku li Ewrûpayê welatê duyemîn e ku herî zêde ji ber corona vîrusê tesîrdar bûye, hejmara mirîyan derket 288 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; hejmara mirîyan ji ber corona vîrusê derket 288 kesan û heta niha bi 7 hezar û 753 kesan re jî corona vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.