Li Îspanyayê rewşa awarte heta 9ê Gulanê tê dirêjkirin
Îspanyaya ku bi Coronavîrusê micadele dike û di vê bergehê de li welêt di 14ê Adarê de rewşa awarte îlan kiribû dê rewşa awarte heta 9ê Gûlanê dirêj bike.
Digel dirêjkirina rewşa awarte ew ê hinek tevdîrên ku hatibûn standin jî bên rakirin.
Ew ê dê û bav digel zarokên xwe di wextên diyarkirî de karibin derkevin derve.
Li gorî daneyên dawî yên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve hatine belavkirin li welêt ji ber Coronavîrusê heta niha 20 hezar 639 kes mirin û bi 194 hezar û 416 kesan re jî vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.