Li Îtalyayê di rojekê de 566 kes mirin
Ji ber Covid-19a ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû li Îtalyayê di rojekê de 566 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 20 hezar û 465 kesan.
Li Îtalyayê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket li ser 159 hezaran.
Her îro li temamê cîhanê zêdetirî 118 hezar kes ji ber şobê mirin zêdetirî milyonek û 912 hezar kes jî pê ketin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.