Li Japonyayê di mezinahîya 7,4an de erdhejek pêk hat: Hişyarîya tsunamîyê hat dayîn
Hat diyarkirin ku li herêma Îshîkawaya Japonyayê di mezinahîya 7,4an de erdhejek pêk hat.
Navenda Lêgerîn û Jeolojîya Emrîqayê daxuyand ku 7 kîlometre dûrê perava herêma Îshîkawaya Japonyayê di mezinahîya 7,4an de erdhejek hat qeydkirin.
Hat diyarkirin ku piştî erdhejê ji bo tsunamîyê hişyarî hat dayîn ku tê texmînkirni bilindahîya pêlên behrê heta 5 metreyî bilind be. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.