Li Kastamonuyê di şewata derket de 11 xanî şewitîn
Di şewata ku duh linavçeya Araça Kastamonuyê derket de 11 xanî şewitî.
Li Taxa Ispahalar a Gundê Sûsûzê duh danê nîvro şewat derket. Ekîbên îtfaiyeyê yên ku ji teref Midûriyeta Herêmê ya Daristanan ji Kastamonu, Qarabuk û Çankiriyê re hatin şandin, midaxeleyî şewatê kirin.
Hat diyarkirin ku di encama xebatên demdirêj ên ekîban de şewat hat kontrolkirin, 11 xanî nikarin bên bikaranîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.