Li Kerkûkê 150 kes ji şîva dawetê bijehrê ketin
Li bajara Kerkûkê, di dawetekî de şîv hat dayîn û di encama xwarina wê şîvê de 150 kes bi şîkayeta jehrîbûnê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Li navçeya Hewîceya Kerkûkê 150 kesên ku di dawetekî de şîvê xwarine nexweş bûn.
Wan mirovan bi şîkayetên vereşan, gera serê û dilgerînê çûn nexweşxaneyê.
Midûrê Giştîyê Tenduristî yê Kerkûkê Zîyad Xelef derheqê bûyerê de daxuyand û weha got, “Li Nexweşxaneya Hewîceyê hemû tedbîr hatine girtin. Rewş di bin kontrolê de ye û hemû nexweşan tedawîyên hewce dibînin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.