Li Koreya Başûr keleka masîvanan bin av bû: 3 mirî, 1 winda
Li peravên bajara Tongyeong Koreya Başûr di encam bin av bûna keleka masîvanan de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ji bo mirovekî winda jî cebatên lêgerînê didomin.
Hêzên Ewlehîya Sehlê ya Koreya Başûr, daxuyand keleka masîvanan a 139 ton e li peravên Tongyeongê ji ber sedemekî nediyar bin av bû.
Hat diyarkirin ku piştî qezayê li herêmê lêgerînekî mezin hat destpêkirin, di encama xebatan de 3 mirettebatên koreyî mirî hatin dîtin.
Hat ragihandin ku 7 kes bi saxîti hatin xelaskirin û ji bo mirovekî winda jî xebat didome. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.