Li Koreya Başûr krîza sîyasî kûrtir dibe
Meclisa Neteweyî ya Koreya Başûr pêşnûmeya biryarê ya "qedexeya derketina derve û binçavkirinê" ya li ser Serok Yoon Suk Yeol pejirand.
Piştî qanûna leşkerî ya demkurt ya ku ji hêla Serok Yoon Suk Yeol ve di 3ê Kanûnê de li Koreya Başûr hate ragihandin, rageşiya sîyasî li seranserê welat berdewam dike.
Ji bo berfirehkirina çarçoveya lêpirsîna li dijî Yoon, pêşnûmeya biryara "qedexeya derketina derve û binçavkirina wî" ji aliyê Meclîsa Neteweyî ya Koreya Başûr ve hat qebûlkirin.
Bi vê pêşveçûnê re, biryara qanûna leşkerî ya Yoon û bertekên dûv re di siyaseta welêt de nezelaliyek mezin çêkir.
Di daxuyaniya xwe ya êvara 3yê Kanûnê de Serokdewlet Yoon ragihand ku li seranserê welat "Qanûna Leşkerî" îlan kiriye.
Yoon da zanîn ku piştî 6 saetan rewşa leşkerî hat rakirin û yekîneyên leşkerî vekişiyan baregehên xwe.
Piştî biryara qanûna leşkerî ya Yoon, Wezîrê Parastinê Kim Yong-hyun û Serfermandar Park An-su "bi hinceta ku li seranserê welêt dibin sedema tevliheviyê" îstifa kirin.
Muxalefeta Koreya Başûr bi sûcdariya "xiyanetê" biryar da ku li dijî Serok Yoon lêpirsînê bide destpêkirin.
Di 9ê Kanûnê de Wezareta Dadê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna "xiyanetê" ya li dijî Yoon de qedexeya derketina derve hatiye danîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.