Li Kurdistana Başûr ji ber corona vîrusê derketina derve hat qedexekirin
Ew ê qedexeya derketina derve 2 rojan berdewam bike û bi vê yekê tê xwestin ku pêşîya belavbûna corona vîrusê bê girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Kurdistana Başûr ve hat belavkirin de hat diyarkirin, ji bo pêşîya belavbûna corona vîrusê bê girtin li Hewlêr û Silêmanîyê heta 48 seatan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin dema ku rewşên şikdar bên dîtin bila welatî li nimreya 122yan bigerin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.