Li Kurdistana Başûr li bajarkê Sîdekanê 118 gund hatine berdan

Li Kurdistana Başûr li bajarkê Sîdekanê 118 gund hatine berdan

Ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê, 118 gundên bajarkê Sîdekanê hatine terk kirin.

Şerê navbera PKK û Tirkiyeyê gelek zirar gehandine şêniyên sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê ji ber ku PKKê gelek bingehên xwe li wê deverê danane. Vê yekê jî hecet ji bo Tirkiyeyê xweş kiriye ku bi kûrahiya 30 kîlometran li devera Biradostê bê nav axa Herêma Kurdistanê.

Di heyama 30 salên borî de ji ber Şerê PKK û Tirkiyeyê, 118 gundên bajarkê Sîdekanê, 65 gundên bajarkê Mêrgesorê, 13 gundên bajarkê Çomanê û çar gundên komelgeha Wertê ya girêdayî bajarkê Rewandizê hatine berdan, ku hemî dibin 200 gund.

Li gundên binarê Qendîlî jiyan asayî nîne û her demekê mimkin e balafirên Tirkiyeyê dîsa bombebaranan bikin.

Kesek bi navê Îsmaîl Ebdula li gundê Zargelê yê Soranê heye ku berî neh salan di rûdanekê de hatibû birîndarkirin, herwesa di wê rûdanê de heft welatî şehîd bûbûn û pêncên din jî birîndar bûbûn.

Îsmaîl Ebdula, “Berdewam metirsî li ser deverê heye, niha leşkerkêşiya artêşa Tirkiyeyê û rûbirûbûn li deverên sinorî zêdetir bûne.” Herwesa got, “Em hêvîdar in canê welatiyan parastî be û Îraq li ser ax û welatiyên xwe dengê xwe bike û wan deveran aram bike.”

Li devera Biradostê bi şevan ji ber rûbirûbûnên PKK û Tirkiyeyê xelk şiyar e û dever ne aram e, awarebûn û şehîdbûn û birîndarbûn û agir û şewitîna rez û baxan para şêniyên deverê ne. Tirkiye û PKKê ew dever kiriye meydana şerî.

Qayimqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî jî got, “Di dema kêmtir ji heşt salên borî de, 32 welatî bûne qurbaniyên wan hevrikiyên Tirkiye û PKKê, neh welatî şehîd bûn û yên din jî birîndar bûn.”

Îhsan Çelebî herwesa got, “Şêniyên deverê ji bilî karê çandinê, pezî jî tevî hingivvaniyê xwedî dikin. Piştî hatina Tirkiyeyê bo deverê li sala 2017ê, pareke zêde ya zozanên devera Sîdekanê ku xelkê ji bo çandinê feyde jê werdigirt niha ji ber şerê navbera PKK û Tirkiyeyê nikarin feydeyî jê werbigirn.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.