Li Malîyê otobûs qeza kir: 31 mirî, 10 birîndar
Li Malîyê, otobûsek ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji pirê ket xwarê, di encama qezayê de 31 kesan canê xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku otobûs dema ku ji Çemê Bagoeyê derbas dibû ket xwarê.
Wezareta Ragihandin a Malîyê, daxuyand ku di qezayê de 31 kesan canê xwe ji dest dan, 10 kesan jî birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nav otobûsê de welatîyên Malî û Efrîqaya Rojavayê hebûne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.