Li Manîsayê mînîbusek qulibî: Kesek mir 9 kes birîndar bûn
Di encama qezaya ku li navçeya Golmarmaraya Manîsayê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.
Qeza derdora seat 14.00an de li navçeya Golmarmarayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa ku ji kontrola şofêr derket li barîyera qelibî û qulibî.
Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.