Li Meksîkayê di 24 seatên dawî de 341 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin li Meksîkayê di 24 seatên dawî de 341 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 1 hezar û 511 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de 341 kes ji ber Coronavîrusê mirin û bi zêdetirî 3 hezar û 593 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 113 hezar û 69 kesî.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.