Li Meksîkayê di 24 seatên dawî de 587 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin li Meksîkayê di 24 seatên dawî de 587 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 15 hezar û 944 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de 587 kes ji ber Coronavîrusê mirin û bi zêdetirî 4 hezar û 790 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 133 hezar û 974 kesî.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.