Li Meksîkayê ji ber Coronavîrusê 759 kesên din jî mirin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê ve derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 759 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 22 hezar û 584 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin heta niha 140 hezar û 118 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.