Li Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn: 5 birîndar

Li Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn: 5 birîndar

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Qeza, li gundê Yakincaya Yeşîlyurdê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AGK 602 ya ku di bin îdareya H.K. de bû û wesayîta bi plaqeya 44 ADS 434 ya ku di bin îdareya M.Ç. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîta 44 ADS 434 M.Ç. û rêwîyên di nav wesayîtê de M.M.Ç, A.M.Ç, N.Z.Ç û M.K. birîndar bûn. Hat diyarkirin ku yek ji birîndaran di nav wesayîtê de asê maye.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovê ku di nav wesayîtê de asê mabû di encama xebata îtfaîyeyê de hat derxistin û bi tevî birîndarên dinê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.