Li Meletîyê di nav karkeran de şer derket: 15 birîndar

Li Meletîyê di nav karkeran de şer derket: 15 birîndar

Li navçeya Bettalgazîya Meletîyê li şantîyekî di nav karkeran de bi dar û keviran şer derket, di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Bûyer, di şantîyekî ku li Taxa Halfetîna navçeya Bettalgazîyê de ye pêk hat.

Li gorî îddîayan pirsgirêka “xirînî”ya ku di seatên êvarê de dest pê kirîye, di dema navrojê de jî dewam kir.

Li ser mezinbûna gengeşîyê 60 karker bi dar û keviran ketin nav hev.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

15 mirovên ku bi derbeyên dar û keviran birîndar bûn bi ambûlansan ji nexweşaxneyan re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.