Li Meletîyê di şerê muxtarîyê de 5 kes birîndar bûn
Li navçeya Keferdîza Meletîyê ji ber hilbijartinê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 1 jê çawîş 5 kes birîndar bûn.
Bûyer, li Axwana navçeya Keferdîzê pêk hat.
Li gorî îddîayan, ji ber hilbijartina muxtarîyê di navbera du koman de nîqaş derket û dûre ew nîqaş ji şer re vegerîya.
Di şerê ku çek jî hatin bikaranîtin de 1 jê çawîşê pispor 5 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê de ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.