
Li Mereşê qeza pêk hat: 3 mirî, 3 birîndar
Li Taxa Afşîna Mereşê di encama qezaya trafîkê ya ku di encama lihevketina du wesayîtan de pêk hat de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li Kolana Mehmet Akîf a Taxa Alparslanê pêk hat.
Di qezaya trafîkê ya ku di encama lihevketina du otomobîlan de pêk hat de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristiyê, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên li Afşîn û Elbistanê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.