Li Nepalê balafira rêwîyan ket xwarê: 18 mirî

Li Nepalê balafira rêwîyan ket xwarê: 18 mirî

Li Katmanduya paytexta Nepalê balafireke rêwîyan dema ku rabû ket xwarê, di encamê de 18 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî çavkanîyên herêmî, balafireka ku di nav de 19 rêwî hebûn ji Balafirgeha Navneteweyî ya Trîbhuvanê di dema rabûnê de şiqitî û ket xwarê.

Hat diyarkirin ku piştî qezayê ceseda 18 kesan hat dîtin, balafirvan jî ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku balafir dema ku birêve çûye perê wî li erdê ketîye û teqle avêtîye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.