Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 17 mirî, 58 kes hatin revandin
Li wîlayeta Kadunaya Nîjeryayê, bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 17 kes canê xwe ji dest dan.
Li gorî çavkanîyên herêmî, ji teref endamên çete yên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve, li herêma Kauruya wîkayeta Kadunayê ji 3 gundan re êrîş hat lidarxistin.
Li gorî diyarîyên ewil, di encama êrîşê de 17 kesan canê xwe ji dest dan, 58 kes jî hatin revandin.
Endamên çeteyan dem bi dem li Nîjeryayê êrîşî gundan dike û ji bo fîdyeyê însanan direvînin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.