Li Pakistanê aşît ket: 10 mirî
Di encama aşîta ku li Pakistanê ket de 10 kes canê xwe ji dest dan.
Bûyer li herêma Gîlgît-Baltistanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di Bihoraka Shunterê ya girêdayê herêma Astoreyê de aşît ket. Di encama bûyerê de 10 kes canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.