Li Pakistanê bi sedan rêwîyên trênê êsîr hatin girtin

Li Pakistanê bi sedan rêwîyên trênê êsîr hatin girtin

Hêzên ewlehîyê yên Pakistanê herî kêm 104 ji 450 rêwiyên trênê yên ku ji teref mîlîtanên Artêşa Rizgariya Belûcistanê ya tundrê ve êsîr hatibûn girtin, rizgar kirin.

Hêzên ewlekarîyê operasyonekê pêk tînin ji bo rizgarkirina rêwiyên ku êsîr hatibûn girtin dema ku mîlîtanên çekdar roja Sêşemê gule berdan trêneke rêwiyan ku ji Quetta diçû Peşawer li nêzîkî navçeya Bolan a Belûçistanê.

Dezgehên ragihandinê yên dewletê Radyoya Pakistanê û PTV News berê ragihandin, li ser "çavkaniyên ewlehiyê", mîlîtanan êrîşî Jaffar Express li devera Dhadar a Derbasa Bolanê kirin, û rêwiyan di nav de jin û zarok jî êsîr girtin. Di raporê de hat gotin ku hêzên ewlehiyê herêm dorpêç kirine û ji bo rizgarkirina hemû rêwiyan operasyon dane destpêkirin.

Radyoya Pakistanê ragihand ku hêzên ewlehiyê 80 rehîneyên ku di destê milîtanan de bûn rizgar kirin. Geo TV ragihand ku herî kêm 104 rêwî hatine rizgarkirin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di nav kesên hatine rizgarkirin de 43 mêr, 26 jin û 11 zarok hene. Hat ragihandin ku personelên ewlehiyê dixebitin ku rêwiyên mayî xilas bikin.

Di daxuyanîyeke din de derengiya şevê hat ragihandin ku di êrîşa hêzên ewlehîyê de 13 çekdar hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, milîtanên çekdar ji ber operasyona hêzên ewlehiyê li ser komên biçûk dabeş bûne. Rêwiyên birîndar rakirin nexweşxaneyeke derdorê, ekîbên din ên ewlehiyê jî li herêmê beşdarî operasyonê dibin.

Hat îfadekirin ku Rêxistina Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) berpirsyariya êrîşê girt ser xwe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.