Li Pakistanê bi wesayîta bi bombeyê êrîş hat lidarxistin: 6 jê êrîşdar 17 mirî

Li Pakistanê bi wesayîta bi bombeyê êrîş hat lidarxistin: 6 jê êrîşdar 17 mirî

Di êrîşa wesayîta bi bombeyî û pevçûnên piştî wê yên li wîlayeta Xeyber Pextunwaya Pakistanê ku li leşkergehekî pêk hat de 17 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir ve hat belavkirin, hêzên ewlehîyê li Leşkergeha Bannuya li wîlayeta Xeyber Paxtunwayê êrîşekî ku dihat xwestin bê kirin asteng kirin, di pevçûnê de şeş êrîşdarên ku girêdayê koma Tehreek-i-Taliban Pakistan a qedexekirîne hatin kuştin.

Berdevkê hikûmeta wîlayetê Barrister Saif, di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Bi xêra midexeleya di wextê de ya hêzên ewlehîyê êrîş nehat pêk anîtin, hemû êrîşdar hatin kuştin.” Û li axavtina xwe zêde kir ku ji ber teqînê di avahîyên derdorê û camîyekî de xesar çêbû û banê wan hilweşîyan.

Saif, diyar kir ku di bûyera dawîn de mirovên ku îbadetê dikirin jî canê xwe ji dest dan lê hêj hejmarê mirîyan nayê zanîn.

Rayedarekî paye bilind ê ji polêsa herêmê, bi şerta nediyarkirina navê wî ji AFPê re axivû û daxuyanîyek da, “Xwekujên bi bombeyê ji têketina Leşkergeha Bannu re bi du wesayîtên ku bombe tijîkirîne re hatin û bûn sedema teqînekî mezin.” Dûre xwestin ku êrîşê tesîsê jî bikin û hêzên ewlehîyê ku li cîhê bûyerê bûn bi êrîşdaran re ketin nav pevçûnê.

Di dîmenên ku li ser hîsabên medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku dûman bilind dibin û li pey jî dengên çekan têne bihîstandin.

Di daxuyanîya ku ji teref berdevkê 1122 ya Xelasîya Bannuyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku heta niha 11 cesed û 30 birîndar ji nexweşxaneyê re hatine rakirin.

Di vê demê de Berdevkê Nexweşxaneya Leşkergeha navçeyê Numan Hettab jî diyar kir ku di êrîşê de 12 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Hattab, îfade kir ku li hemû nexweşxaneyên navçe rewşa lezgîn hat îlankirin, bi tevî personelên destûrdayî hemû personel ji nexweşxaneyê re hatin bangkirin.

Rayedaran ji vê êrîşa ku di meha Remezanê de hatîye kirin re daxuyanîyên şermezarkirinê kirin.

Di meha Tîrmeha sala 2024an de jî ji Leşkergeha Bannuyê re êrîş hatibû lidarxistin û di wê êrîşê de jî heşt kes ji hêzên ewlehîyê bûn canê xwe ji dest dabûn, di operasyona heyfstandinê de jî 10 mîlîtanên çekdar hatibûn kuştin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.