Li Pakistanê hejmara kesên ku di qezaya trênê de mirin derket 22yan
Li parêzgeha Penjaba Pakistanê trênê li otobusê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de hejmara kesên mirî derket 22 kesî.
Kurretul Aynê Berdevkê Rêyên Hesinî yê Pakistanê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Ayn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; di encama qezaya ku li Penjabê pêk hat de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 22 kesî ku di nav wan de zarok û pîrek jî hene.
Polês destnîşan dikin qeza ji ber îhmala şofêrê otobusê pêk hatiye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.