Li Pakistanê li herêma bazarê teqîn: Mirîyek, 11 birîndar
Li parêzgeha Pencaba Pakistanê di encama teqîna ku li herêma bazarê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teqîn ji ber teqemenîya ku li ser motosîkletekê hatibû kirin pêk hat.
Kesên ku di teqînê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û polês derheqê êrîşê de lêpirsîn da destpêkirin.
Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.