Li Pakîstanê qezaya zincîrî: 8 mirî, 28 birîndar
Li Pakîstanê di encama qezaya ku otobosê rêwîyan, tankêra neftê û qemyonet tevlî bûn de 8 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn.
Li şahrêya Îndûsa nêzî bajaroka Manjhanda girêdayî wilayeta Sîndha Pakistanê otobosê rêwîyan, tankêra neftê û qemyonetek li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 8 kes jiyana xwe bi dest dan 7 jê giran 28 kes jî birîndar bûn.
Di heqê sedema qezayê de tu agahî nehat dayîn, lêpirsîn derbarê qezayê de hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.