Li Parîsê di xwepêşana Xazzê de banga “agirbestê”
Li Parîsa paytexta Fransayê ji bo Xazzeya ku lê ji teref siyonistên îşxalker ve êrîş û qetlîam tên kirin xwepêşan hat lidarxistin û banga agirbestê hat kirin.
Digel barana ku barîya li Parîsê gelek kes ji bo Xazzê daketin kolanan. Xwepêşandêrên ku li Meydana Bastîlleyê kom bûn dest bi meşê kirin û heta Meydana Millet meşîyan.
Xwepêşandêr li dijî malên siyonistan banga boykotê kirin û daxwaz kirin ku demildest agirbest bê îlankirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.