Li Pirsûsê di navbera du malbatên xizmên hev de ji boy zewaca qîza şer derket

Li Pirsûsê di navbera du malbatên xizmên hev de ji boy zewaca qîza şer derket

Li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama şerê ku di navbera du malbatên xizmên hev de ji ber mijara ku bi keçekê re bizewicin de 1 jê giran 8 kes birîndar bûn.

Bûyer li Taxa Büyükziyaret a Pirsûsê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin gengeşeya ku di navbera herdu birayan de li ser mijara xwestina keçekê dest pê kir. Di şer de kevir, dar û çek hatine bikaranîn.

Piştî ku kesên derdorê agahî dan ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di şer de A.S. (50), M.S. (60), F.S. (42), V.S. (29), Î.S. (38), Î.T. (49) û 2 kesên ku heta niha nasnameya wan nehat zanîn birîndar bûn.

Birîndar piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê yên li cihê bûyerê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.

Hat hînbûn ku ji birîndaran A.S yê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin rewşa wan giran e, birîndarên din jî rewşa wan ne xera be.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.