Li Qazaxistanê balafira rêwîyan ket xwarê
Balafira ku ji Ezerbaycanê bi rê ket û herî kêm 72 rêwî di nav de bûn li Qazaxistanê ket xwarê.
Balafira ku ji Bakuya Ezerbaycanê diçû Groznîya Çeçenistanê li nêzê bajara Aktauya Qazaxistanê ket xwarê.
Hat destnîşankirin ku balafir ketîye nav erdekî vala û ji herêmê re gelek ekîb hatin sewqkirin. Li gorî rayedarên Qazaxistanê herî kêm 6 kes bi birîndarî hatine xelaskirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin dema ku balafir dikeve xwarê diteqe û agir pê dikeve. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.