Li Qoserê qezaya zincîrê: 6 wesayît li hev qelibîn

Li Qoserê qezaya zincîrê: 6 wesayît li hev qelibîn

Li navçeya Qosera Mêrdînê di dema xebata ku tê kirin de ji ber qezaya elektrîkê tabelaya hişyariyê nedanîne 6 wesayîtan qezaya zincîrê pêk hat.

Qeza li navçeya Qoserê, cihê Nexweşxaneya Taybet a Cîhanpolê pêk hat.

Hat îddîakirin ku ji ber ku di xebata qutbûna elektrîkê ya ku ji teref ekîbên DEDAŞê ve li ser rê hat kirin de tabelaya hişyariyê tunebû, qezaya zincîrê ya 6 wesayîtan pêk hat.

Di qezaya ku pêk hat de ti ziyanên canî çênebûn, ji 6 wesayîtan 5 jê giran zirar dîtin.

Ekîbên polêsan hatin cihê bûyerê û der barê qezayê da lêpirsîn dan destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.