
Li Rihayê 2 wesayît li hev qelibîn: 5 birîndar
Li navçeya Wêranşara Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encamê de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Dîyarbekir-Wêranşarê li nêzê Taxa Yukaritinazê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku di bin îdareya A.Ş. de bû li wesayîta ku di bin îdareya Ş.K. de bû qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa Ş.K. û R.Ş. giran in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.