Li Rihayê baraneke  gur û zêde barîya

Li Rihayê baraneke gur û zêde barîya

Hat ragihandin li Rihayê ji ber barana zêde di hin rêyên bajêr de av kom bû.

Li Rihayê ji ber barana zêde ya ku danê êvarê barî bû di demeke kin da avê li ser rêyan girt.

Barana zêde ya li Taxa Yukari Goklu ya navçeya Halfetiyê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li hin taxên bajêr elektrîk qut bû, kuçe û kolan di bin avê de man.Di dîmenên ku hatin tomarkirin de tê dîtin ku welatî him bi wesayîtên xwe û him jî bi pîyatî sed zehmetîyan dikşînin.

Walîtiya Rihayê ji ber lehiyê hişyarî da welatiyan.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Li gor hişyariyên ji teref meteorolojiyê ve hat texminkirin ku barana zêde wê heta sibê dewam bike. Divê welatiyên me li hember neyînîyên wek lehî, bayê xurt û astengkirina çûnûhatinê baldar bin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.