Li Rihayê di febrîqeya tekstîlê de şewat derket
Li Rihayê di febrîqeyekî li Herêma Senayî ya Organîzeya 2yemîn de şewat derket. Şewat, piştî midexeleyekî mezin hat tefandin.
Li herêma Senayîya Organîzeyê di febrîqeyekî cil û bergan de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket.
Xebatkarên ku şewatê ferq kirin xeberê ji ekîban re şandin.
Ji bona ku şewatê bitefînin ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîyeyê hatin şandin.
Hat destnîşankirin ku ekîbên îtfaîyeyê di encama midexeleyekî mezin de şewatê tefandin. Hat ragihandin ji ber bayê talûkeya belavbûn û mezinbûna şewatê hebûye.
Derheqê sedema şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.