Li Rihayê di navbera du koman de şer derket: 7 birîndar, 9 binçavî
Li navçeya Sêwrega Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 7 kes birîndar bûn.
Bûyer, li Taxa Kaleyê pêk hat.
Li gorî îddîayan di navbera du malbatan de ji ber nerazîbûna erdan gengeşî derket, bi derxistina çekan gengeşî mezin bû û ji şer re vegerîya.
Di encama şerê çekdarî de li gorî diyarîyên ewil 7 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê ji cîhê şer re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê bûyerê de 9 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.