
Li Rihayê du wesayît li hev qelibîn: 1 mirî, 7 birîndar
Li ser rêya Entab-Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.
Qeza, 45emîn kîlometreya li ser rêya Entab-Rihayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 06 ZSU 14 ya ku di bin îdareya M.T. de bû bi wesayîta bi plaqeya 25 ND 155 a ku di bin îdareya A.D. de bû re li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û trafîkê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên cuda re hatin rakirin.
Hat diyarkirin ku ji birîndaran C.D. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.