Li Semsûrê mînîbûs gêrê şerempolê bû: Mirîyek û 4 birîndar
Li Semsûrê di encama qezaya ku mînîbus gêrê şerempolê bû de kesekî mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li navçeya Kolikê pêk hat.
Mînîbusa ku di bin îdareya A.I.U. de bû li 8emîn kîlometreya Rêbeja Kolik-Sêwrekê ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksiyonê winda kir qelibî.
Di qezayê de ajokar A.Î.U. canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Hate hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.