Li Semsûrê zarokek di bendavê de fetisî

Li Semsûrê zarokek di bendavê de fetisî

Li navçeya Qolika Semsûrê zarokek 14 salî ket nav bendavê û di nav bendavê de fetisî û canê xwe ji dest da.

Bûyer, li Bendava Atatirkê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Bunyamîn Sever 14 salî, ji bona ku hênik bibe xwe kir nav bendavê lê di demeke kurt de di nav avê de fetisî.

Hevalên wî, dema ku di nav avê de Unverê nedîtin û xeberê ji ekîban re şandin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîban di encama xebatê de cenazeya Unver ji nav avê derxistin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.