Li ser rêya Marmaraya Bakur qezaya zîncîrî: 11 mirî, 57 birîndar
Di qezaya zincîre ya ku li Sakarya ya Rêbeja Bakurê Marmarayê pêk hat de 11 kesan canê xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn.
Li Sakarya ya li ser Rêbeja Bakurê Marmarayê qezayeke zincîrê pêk hat.
Qeza li herêma Taşkîsigiya rêbeja ku li ser Enqereyê ye pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ji ber mija gur 3 jê otobus û qamyonek 7 wesayît qeza kirin.
Di qezaya ku di derdora seat 04.40an de pêk hat û 7 wesayît tê de bûn de 11 kesan canê xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn.
Hate hînbûn ku rewşa 7 birîndaan giran e.
Ji ber qezayê sewqiyata li ser rêya Stenbolê ya otobanê rawestiya. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.