Li Sêwasê otobûsa ku di rêya vegera cenazeyê de bû qelibî: 20 birîndar
Li Sêwasê otobûsa ku ji cenazeyê vedigerîya qelibî, di encama qezayê de 20 rêwî birîndar bûn.
Bûyer, li nêzê gundê Kurtlapaya Sêwasê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Asarcika navenda Sêwasê otobûsa ku rêwîyên diçûn cenazeyê tê de bûn, di rêya vegerê de li alîyê nêzê gundê Kurtlapayê ji ber sedemeke ku hêj nediyare qulipî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên ambûlans û xelaskirinê hatin sewqkirin.
Hat îfadekirin mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.