Li Silêmanî sazîyên ku nêzê PKKê ne hatin girtin

Li Silêmanî sazîyên ku nêzê PKKê ne hatin girtin

Bi biryara Konseya Dadgeha Iraqê, li Silêmanî hinek şîrketên produksîyonê, çapemenî û navendên çandî ya ku nêzê PKKê ne hatin girtin.

Hêzên asayîşa Silêmanî, di 31ê Kanûnê de hinek şîrketên produksîyonê, çapemenî û navendên çandî ya ku nêzê PKKê ne girtin.

Hat îfadekirin ku di navbera sazîyên ku hatine girtin de navenda Tevgera Jinên Azad, Şîrketa Nûgarê, Şîrketa Merzîyayê û şîrketa Prodûksîyona Gzîng/Berbeyan a Jin TVyê hene.

Hat destnîşankirin ku girtin bi biryara Konseya Dadgeha Iraqê hatîye kirin û sazî û navendên ku pêvajoya lîsansê wan qedîyane di nav xwe de dihewîne.

Konseya Dadgeha Iraqê, di 6ê Tebaxê de Partîya Demokrasîyê û Azadîya Êzidîyan û Tevgerî Azadîyê girtibû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.