Li Silêmaniyê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Şarezûr û Seyîdsadiq de 2 kes mirin.
Qeza li ser rêya Şarezûr-Seyd Sadiq li nêzî gundê Mehmûd Xanî di navbera du wesayîtan de pêk hat.
Di qezayê de bav û kur 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneya Silêmaniyê re hatin rakirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.