Li Siwêregê jina ku li orta kolanê gule lê hat reşandin, canê xwe ji dest da
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê jina ku di nîvê kuçeyê de gule lê hat reşandin canê xwe ji dest da.
Bûyer li ber kargeheke li Bulvara Ataturkê qewimî.
Hat îddîakirin Esma K. (30) bi guleya hevjîna xwe yê berê Murat Û. (36) ku jê hatiye berdan bi giranî birîndar bûye.
Li ser agahdarkirinê ambulans sewqî herêmê kirin.
Jina ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê canê xwe ji dest da.
Murat U. Hat binçavkirin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.