Li Stenbolê li dijî DAÎŞê opersyon hat lidarxistin: 12 binçavî
Li Stenbolê 12 endamên DAÎŞê yên ku di nav hazirîya çalakîyê de bûn, di encama operasyona hevdemî ya polêsan de hatin qefaltin.
Ji teref ekîbên Ewlehî ya Stenbolê ve li dijî edresên şikdaran operayon hat lidarxistin. Di encama operasyona hevdemî de 12 kes hatin binçavkirin, hat tespîtkirin ku şikdarên hatine qefaltin ji bo çalakîyê di nav hazirîyê de bûne.
Hat destnîşankirin di encama lêgerîna ku di nav malên şikdaran de hatin kirin de çekekî, şarjorekî, 13 fişek û gelek amûrên dîjîtalî hatine bidestxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.